Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Los Angeles Rams Super Bowl'a Amerîkî bi Dest Xist


Tîma Los Angeles Rams do Yekşemê zora tîma Cincinnati Bengals di lîstika dawî ya qehremanîya futbola Amerîkî de bir.

Lîstika dawî, ku bi navê Super Bowl tê zanîn, li lîstikgeha SoFi ya bajarê Los Angeles bi encama 23-20 bi dawî hat. Bi vê yekê, dibe cara duyê ku tîma Los Angeles qehremanîyê bidest dixîne. Cara yekê sala 1999'an bû.

Jibo Cincinnati Bengals jî, ev cara duyê bû di dîroka wê de ku digihêje lîstika dawî ya qerhemanîya futbola Amerîkî. Cara pêşî di sala 1988'an bû.

Dîmenek ji lîstika di navbera Rams û Bengals de.
Dîmenek ji lîstika di navbera Rams û Bengals de.

Heta berî dawîbûna lîstikê bi şeş xulekan jî, Bengals li pêş bû lê di wan xulekên mayî de lîstikvanên Rams dikarîbûn encamê biguherin û lîstikê qezenc bikin.

Rahênerê tîma Los Angeles Rams Sean McVay bû genctirîn rahêner ku Super Bowl bidest bixîne. Ew 36 salî ye.

Di bînvedana lîstikê de jî hejmareke stiranbêjên Amerîkî yên navdar, wekî Dr. Dre, Snoop Dog, Eminem, Kendrick Lamar, 50 Cent û Mary J. Blige, bi stiranên xwe beşdarî helkeftê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku reklamên di dema lîstika Super Bowl'ê de tên weşandin pir buha ne. Di Super Bowl'a vê salê de her nîv deqîqe reklam bi 7 mîlyon dolar hate firotin.

XS
SM
MD
LG