Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî 'Super Tuesday' Berbijarên Seroktîya Amerîkî Kempeyna Xwe Xurt Dikin


Berbijarên seroktîya Amerîkî, îro Duşemê xebatên xwe didomînin ku di hilbijartinên sibe Sêşemê yên 11 eyaletan de, ku wek Super Tuesday tê zanîn, encamên herî baş dest bixin.

Komarî bi piranî giranîya xwe didin istanên başûrê Amerîka ku di hilbijartinên sibehê de du ji sê hemî delegeyan destnîşan bike.

Karsaz Donald Trump, wek pêşbazê berbijarên Komarîyan e, îro li eyaletên Virginia û Georgia, Senatorê Florida Marco Rubio jî li Arkansas kempeyna xwe berdewam bikin.

Senator Ted Cruz jî hewlên xwe li eyaleta xwe Teksasê bicivîne ku xwedîyê 155 ji 600 delegeyên giştî ye.

Li hêla Demokratan, wezîra derve ya berê Hillary Clinton dixwaze di hilbijartinên sibehê de encamên serkeftî wergire û ferqa navbera wê û Senator Sanders zêdetir bike.

Hem Clinton, hem jî Sanders li istana Massachusetts civînan çêdikin û dû re Clinton dihere Virginia û Sanders jî berê xwe dide Minnesota.

Di hilbijartinan de Clinton wek favorî tê hesibandin, lê rêvebirên kempeyna Sanders dibêjin, di 5 istanan de ew xwe pir xurt dibînin.

Çaverê ye Sanders hilbijartina eyaleta xwe Vermont qezenc bike, lê hejmara delegeyên wê derê kêm in. Dîsa li Massachusetts, Colorado û Minnesota jî şansa wî bilind e.

XS
SM
MD
LG