Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîkî Daxwaza Pêdaçûnê ya Koçberekî Îraqî Red Kir


Dadgeha Bilind ya Amerîkî
Dadgeha Bilind ya Amerîkî

Dadgeha Bilind ya Amerîkî îro Duşemê serlêdana koçberekî Îraqî yê Krîstîyan Amir Shabo red kir ku bi sedema bazirganîya madeyên hişbir biryara dersînorkirina wî hatibû dayîn.

Shabo îdia kiribû ku ger ew ji Îraqê re were şandin, ewê bibe armanca êşkenceyan. Wî serî li dadgehê dabû ku neyê dersînor kirin, lê dadgehê daxwaza wî qebûl nekiribû.

Parêzerên wî dû re serî li Dadgeha Bilind ya Amerîkî dabûn, lê endamên wê red kir ku daxwaza pêdaçûnê ya Shabo binirxînin.

Ew di 2017'an de di dema avêtina ser malan de hatibû desteser kirin û li gor biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya dersînorkirina tawankaran, biryara hinartina wî ya Îraqê hatibû dayîn.

XS
SM
MD
LG