Hikûmeta Sûrî îro Pêncşemê ragihand ku wê sibe Înê agirbesteke li seranser welêt destpê bike.
Wek di agirbestên cara berê de, vê carê jî hêzên hikûmetê û yên dijî wê di nav agirbestê de cîh bigirin, lê komên çekdar yên wek DAIŞ li dervayê vê agirbestê bimînin.
Rûsya ku piştgirîya Serokê Sûrî Beşad Esad dike û Tirkîye ya piştevana komên serhilda ragihand ku ewê misogerîya agirbestê dikin.
Moskow û Enqere di nav hefteyên borî de ketine nav danûstandinên kûr û di destpêka mehê de her du alî karîbûn sîvîl û çekdaran ji rojhilata Helebê derxînin.
Dîsa, wezîrên derve yên Rûsya, Tirkîyê û Îranê hefteya çûyî li Moskow civîbûn û li ser Sûrîyê hevîdîtin kiribûn.