Bajarvana Miami-Dade Daniella Levine Cava îro Pêncşemê ragihand ku xebata rizgarkirina saxmayîyên avahîya ku di 24’ê Hezîranê de hilweşîbû, bi fermî bi dawî hat.
Karbidestên xwecîhî û rihsipîyên civakê bi merasîmeke bêdengîyê de, di nav xemgînîyê de dawîkirina hawarçûn û rizgarkirinê şopandin û gelek ji wan di nav hêstiran de man.
Hewilên rizgarkirina saxmayîyan şeva Çarşemê qûlîpîbûn xebatên derxistina terman, piştî ku karbidestan ragihandibû ku êdî şansê saxmayîna kesên bin kavilan nemaye.
Cava da zanîn ku heta niha meytên 60 qurbanîyan hatine derxistin û hîn jî nayê zanîn ku rewşa 80 kesên din çi ye.
Detektîfên xwecîhî dibêjin ku lêpirsînên wan didomin ku bizanin gelo ew 80 kes di dema hilweşîna avahîyê de li malên xwe bûn yan li cîhekî din bûn.