Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Serhildayên Sûrî, Seraqib ya Îdlibê Jinûve Sitandin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê, Seraqib ya girêdayî Îdlibê ji destê hêzên Artêşa Sûrîyê sitandine.

Artêşa Sûrîyê ya bi pişgirîya Rûsya, Seraqib sê hefteyên berê ji serhildayan sitandibû.

Seraqib jiber ku di navbera rêka M4 û M5 de ye, cîhekî stratejîk tê hesibandin.

Berdevikê Enîya Rizgarîya Neteweyî Nacî Mustafa bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ‘’Seraqib ji destê çeteyên Esad bi temamî hatiye rizgarkirin’’

Li gor nûçeya Retuersê, jêderên din yên serhildayan jî ew agahî piştrast kirine.

Tirkîyê bo piştgirîya serhildayên Sûrî bi hezaran leşkerên xwe şandibûn herêma Îdlibê.

XS
SM
MD
LG