Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Karmendên Dezgehên Sîvîl Neçar Dike ku Tev li Şer Bin


Leşkerên Sûrî
Leşkerên Sûrî

Karmendên dezgehên fermî yên rejîma Sûrî hatine agahdar kirin ku her dezgehek hejmarek ji karmendên xwe tev li hêza nû ya leşkerî bikin.

Li gor çalakvanan, jibo wê armancê rejîm taybetî jibo alîgirên xwe ji endamên Partîya Baas dest bi perwerdeya leşkerî kir.

Mamosteyekî dibistanê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ji wan hatiye xwestin ku hemû belgeyên leşkerî yên dema leşkerîya neçar bidin hikûmetê.

“Li gor temen û hin mercên din, wê hejmarek ji karmendên her dezgehên hikûmetê bo rahînana leşkerî û werin kişandin, paş re ew kes bikevin nav komên çekdar yên wê hêzê."

Rojnamevan Hisên Zêdo bawer dike ku ew hewila nû ya rejîmê jiber kêmbûna hejmara leşkerên wê ye.

Televîzyona fermî ya Sûrî jî raporên vîdeo weşandin ku tê de hejmareke mezin ji karmendên dezgehan di perwerdeya leşkerî de cîh digirin.

ZO_2_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG