Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî ya Perçebûyî li Erebistana Saudî Dicive


Opozîsyona Sûrî ya perçebûyî, di hewleke yekbûna berê danûstandinên aştîyê bi Serokê Sûrî Beşar Esad de, îro li Erebistana Saudî dicive.

Di civîna ku bi pêşengîya Saudî tê kirin de, nûnerên grubên leşkerî û sîyasî li Rîyad kom dibin û armanca wan ew e ku berî sala nû enîyeke yekgirtî ava bikin û bi wî awayî beşdarî danûstandinên navnetewî bikin.

Lê, cudabirîyên kûr li ser wê civînê heye jiber ku hevalbenda Nusra ya şaxê El Qayde li Sûrîyê, Ehrar el-Şam di wê cîvînê de amade dibe.

Ceyş el-Îslam ya tundrê ku Erebistana Saudî piştgirî lê dike, do Duşemê ragihand ku ewê nûnerên xwe bişîne kombûnê de cîh bigire.

Rexbeyên tund ji Erebistana Saudî re tên ku çima Kurd û hevalbendên wê ji kombûnê re nehatine vexwandin.

XS
SM
MD
LG