Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdar Nahêlin Weltiyên Gundewarên Eyn Îsa Vegerin Malên Xwe


Kêmtirî du kîlometir li Bakurê bajarokê Eyn Îsa, gundên Mieleq û Seyda valakirîne ji welatiyan, ku ew ji ber şer û pevçûnan ji dema êrîşa Tirkiyê û gurûpên çekdar li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê koçber bibûn.

Di rojên dawî de artêşa Rûsî bibû garantor ku ew vegerin gundên xwe. Vegera wan bibû sedema derketina pevçûnan di navbera Hêzên Sûriya Demoqratîk û gurûpên çekdar ên dijberiya Sûrî.

Gurûpên çekdar vegera welatiyan bo gundên wan kiribû fersend ku nêzî bajarokê Eyn Îsa bên .

Salih Ehmed yek ji welatiyên gundê Mieleq e li ser rola Rûsiya ji bo vegera wan ji Dengê Amerîka re got ku artêşa Rûsî welatî neparastin.

Artêşa Rûsî bi Tirkiyê re gihiştibû rêkeftinekê ku welatiyên herdû gundan vegerin û leşkerên Rûsî bi welatiyan re derbasî gund bibin û wan biparêzin, lê dema welatî derbasî bûn ew rastî kulebaranê hatin ku artêşa Rûsî welatî bê parastin hiştin û vekişiyan.

Welatiyê gundê Seyda Welîd Mitî ji Dengê Amerîka re got:

"Ta çareseriyeke rast neyê avakirin û Tirkiyê venekişe, nema kes dixwaze vegere."

Bi dehan gund bûne bereyên şer ku welatî nikarin vegerin wan, herwiha hejmarek mezin ji welatiyên gundên wan nêzî sînorên navçeyên di bin kontrola Tirkiyê da ne ji gundên xwe koçber bûne, ku têne bombebarankirin ji aliyê Tirkiyê û gurûpên Artêşa Niştimanî ve.

Raporta Deng/Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


XS
SM
MD
LG