Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirêmlin: Artêşa Rusî Lêkolînan Ser Êrîşa li Dij Karwanê NY Dike


Mideast Syria
Mideast Syria

Kirêmlin roja sêşemê da xuyakirin ku, leşkerê Rusî li Sûriyê lêkolînan derheqa wan raporên rojnamevanî encam dide yên dibêjin karwanê alîkariyan yên Netewên Yekgirtî li nêzîk bajarê Helebê rastî erîşên esmanî hatiye û di encam de 12 kes hatine kuştin.

Kirêmlin ragihand ku, leşkerê Rusî dê liser vê mijarê roja sêşmê piştî encaman bidest dixe dê daxuyaniyekê bide weşandin.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov dîsan dide zanîn ku, roja duşemê karwanekê alîkariyên Netewên Yekgirtî li nêzîk Helebê rastî êrîşeka esmanî hatiye û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin, lê heta niha nayê zanîn kanê erîş ji aliyê balefirên Sûrî de, yan yên Rusî de pêkhatiye.

Gotebêjê wezareta derve ya Amerîka John Kirby roja duşemê dabû zanîn ku Amerîka ji sedema êrîşa pêkhatî gelek tureye, Amerîka dê vê pirsê yekser li gel Rusiya gotûbêj bike.

Ev êrîş di wî demî pêkhat dema agirbesta berîya heftiyekê hatbû ragihandin ber bi dawî bûnê ve diçe û astengî dikevin di rê de.

Herweha Dmitry Peskov gotebêjê Kirêmlin ji Moskova di press konferansa bi riya telefonê de got"rewşa Sûriyê cihê xemgînî û dudiliyê ye..mixabin em dikarin bêjîn ku hevkarên me yên Amerîka nikarîne opozisyona Sûrî ya nerim rê ji gropên terorist jihev cuda bike".

Peskov herweha dibêje hêviyên berdewambûna agirbestê li holê nemane.

Wek tê zanîn doh Stephen O'Brien gotebêjê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî dabû xuyakirin ku, du karwanên alîkariyên mirovatî liser sinorê Tirkiyê hatine rawestandin jiber rewşa ewlekariyê ew nikarin van alîkariyan bigehînin xelkên pêdvî l inêzîk Helebê, ev alîkariyên lezgîn dê têra 185 hezar kesan bikin.

.

XS
SM
MD
LG