Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê û Îraqê Toreke Çeteyên Madeyên Hişber Digirin

Sûriya - Desteserkirina bandên tawankar.
Sûriya - Desteserkirina bandên tawankar.

Wezareta Navxwe ya Sûrîyê roja Yekşemê toreke bazirganîya madên hişber ya navneteweyî û rêxistinkirî ji hev xist û çend endamên wê girtin.

Wezaretê di hesaba xwe ya X'ê de diyar kir ku Rêberîya dijî madeyên Hişber, bi hevrêzîya Rêveberîya Giştî ya nehiştina madên hişber li Îraqê, rêze operasyonên hevdem û hedefgirtî li parêzgehên Hums û Dêrazorê pêk anîne.

Wezareta Navxwe a Sûriyê zêde kir ku ev wekî berdewamiya hewildanên wê yên ji bo şerê li dijî bandên çete, bazirganên madên hişber û qaçaxçîtiya sînorî tê.

Wezaretê destnîşan kir ku karmendên wezaretê û ewlehîya sînor operasyon baş-pêkanîn di heman demê de bû sedema desteserkirina 800,000 hebên Captagon û 60 kîlogram heşîşê.

Wezaretê li dawîya peyama xwe de got, Operasyon di asta bilind a hevrêzîyê û hevkarîya îstîxbaratî ya çalak di navbera rayedarên pêwendîdar ên Îraq û Sûrîyê de nîşan dide da ku hemî rê û xetên dabînkirinê yên torên qaçaxçîtîyên navneteweyî têk bibin û civakê ji xetereyên vê belayê biparêzin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG