Breaking News

Hêzên Sûrî di Yekemîn Roja Eydê de 7 Kes Kuştin

Leşkerên Sûrî li xaleke kontrolê ya taxa Harasta ya paytaxt Şamê ne. Tebax 29, 2011
Leşkerên Sûrî li xaleke kontrolê ya taxa Harasta ya paytaxt Şamê ne. Tebax 29, 2011

Bizavkarên mafên mirovan yên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê di yekemîn roja Cejna Ramazanê de 7 kes kuştin.

Komîteyên Kordînasyona Xwecîhî dibêjin, 6 kes li bajarokên başûr yên el Harra û Înxil û kesekî din jî, li bajarê navendî yê Hamayê Sêşemê sibêde hatine kuştin.

Bizavkaran ragihandibû ku di tepserkirina berdewam de do jî 6 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûn kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan roja Duşemê gotibû, tundî û tûjîya herî xirab li bajarokê Seremîn ya bakurê Idlib qewimî.

Rêxistinê got, hêzên ewlekarîyê li dema operasyonên lêgerîn û binçavkirinê 5 kes li wê derê kuştin û herî kêm 60 kesên din jî birîndar kirin.

Hêzên ewlekarîyê mirovekî din jî li dema operasyonên li Qara ya taxeke paytaxt Şamê kuştibû.

Bizavkarên mafên mirovan radigihînin, li gundê Heet yê nêzîkî tixubê Lubnanê jî êrîşên heman rengî pêk hatin.

XS
SM
MD
LG