Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Daxwazê ji Amerîka Dike ku Baladestiya Tirkiyê li Sûriyê Kêm Bike


Rolê Tikriyê li Sûriyê
Rolê Tikriyê li Sûriyê

Reuters radigihîne ku li gor çar çavakniyan lobiya Îsraîlî li Amerîka kar dike da ku Sûriyeke ne navendî were avakirin û baladestiya Tirkiyê û destxitina wê ya di Sûriyê ji aliyê Amerîka ve were rawestandin.

Di nava hewildanan de ji Amerîka tê xwestin ku Rûsya baregehên xwe yên leşkerî li wir bihêle daku li hember zêdebûna bandora Tirkiyê li wî welatî li ber xwe bide.

Peywendiyên Tirkiyê yên bi Israîl re gelek caran di dema şerê Gazayê de ketine jêr tengasiyek giran û karbidestên Israîlî ji Washingtonê re gotine ku rêveberên nû yên îslamî yên Sûriyê, ku ji aliyê Enqerê ve têne piştgirîkirin, metirsiyê li ser sînorên Israîlê ne, wan çavkaniyan gote ajansa Reuters.

Ji ber hesasiyetên dîplomatîk çavkaniyan nexwestine ku navê wan were eşker kirin.

Aron Lund, hevkarê saziya ramanê ya Century International ku bingeh li Amerîka ye, got, "Tirsa mezin a Îsraîlê ew e ku Tirkiye zêdetir têkeve Sûriyê û vê nîzama nû ya îslamî ya Sûriyê biparêze, ku piştre dibe baregehek ji bo Hamas û çekdarên din."

Wezareta Derve ya Amerîka û Encûmena Ewlekariya Netewî bersiva pirsên Reuters ji bo vê nûçeyê nedan. Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê û wezaretên derve yên Sûriyê û Tirkiyê jî bersiva pirsan neda û nexwestin şîroveyê li ser mijarê bidin.

Çavkaniyan diyar kirin ku nediyare ka rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump heta çi radeyê li ser qebûlkirina pêşniyarên Îsraîlê difikire.

Di derbarê Sûriyê de heta niha rêveberiya Washingtonê ti daxuyaniyên zelal li dor hilandina sizayên li ser Sûriyê û mana hêzan li wî welatî nedan e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG