Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Plana Yekîtîya Ereb ya Veguhastina Desthilatê Red Dike


Xwenîşandêrên Sûrî bang li Rûsyayê dikin ku biryareke Civata Ewlehîyê ya dijî rejîma Esed veto neke
Xwenîşandêrên Sûrî bang li Rûsyayê dikin ku biryareke Civata Ewlehîyê ya dijî rejîma Esed veto neke

Hikûmeta Sûrî planeke Yekîtîya Ereb red kir ku desthilata Serok Beşar Esed vediguhezîne cîgirê wî. Hikûmeta Şamê, her wiha, Yekîtîya Ereb bi bi maytekirina karên wê yên navxweyî tawanbar dike.

Televîzyona dewletî ya Sûrî ji zarê karbidestên hikûmetê radigihîne ku bi vê pêşnîyarê, Yekîtîya Ereb bi eşkereyî maya xwe di karên Sûrîyê de dike.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ereb do Yekşemê bang li hikûmeta Sûrî kirîbû ku dest bi dîyaloga netewî ligel opozîsyonê bike û li nav du mehan hikûmeteke nû pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Qatarê Hamad Bîn Casim El Thanî ku di heman demê de serokwezîrê wî welatî ye, got yekîtî dixwaze pêşnîyara xwe bibe pêş Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û piştgirîya wê bixwaze.

Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Erebîstana Saudî, Prens Saud El Faysal ragihand ku welatê wî çavdêrên xwe ji Sûrîyê paşve dikşîne. El Faysal got, wan ev biryar da jiber ku Sûrîyê rêz li biryara Yekîtîya Ereb negirt ku soza dabû eciqandina ser xwenîşanderên hevrik rawestîne.

XS
SM
MD
LG