Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Ew Ser Girjya Sûrîyê bi Hevbendan re Danûstandinan Dike


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku ew bi hevbendên xwe yên li Sûrîyê re hevkarîyê dikin û ew di kordînasyonê de ne.

Wê wezaretê dîyar kir ku ew jibo çêkirina îstiqrara herêmê tedbîran distînin.

Serhildayên Sûrî hefteya borî dijî hêzên Serokê Sûrîyê Beşar Esad pêşveçûnên herî mezin bi dest xistin û ew niha ber bi Hama ve pêşve diçin.

Enqere dibêje ku pevçûnên li herêmê jiber dînamîkên navxweyî û mijarên çaresernebûyî çêdibin û dîyar dike ew jibo herêmê li gor peymanan tevdigere.

Karbidestên Tirk dîyar dikin ew jibo domandina îstiqrara herêmê tedbîran distînin û ew bi hevbendên xwe re di hevkarîyeke xurt de ne.

Ji alîyê din ve serhildayên Sûrî îro Pêncşemê dibêjin ku ew derbazî Hama dibin.

Fermandarê serhildayan Hasan Abdul Ganî ji medyaya civakî dîyar kir ku ew ketine Hama.

Medyaya dewleta Sûrîyê berê dîyar kiribû ku hêzên bi piştgirîya hikûmetê pêşveçûna serhildayan sekinandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG