Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Şer Gur Dibe, Hewlên Dîplomatîk jî Didomin


Taxa Şaar ya Helebê
Taxa Şaar ya Helebê

Tirkîyê got ew ligel alîgirên xwe yên navnetevî dixwazin ku operasyonek bejeyî pêk bînin, di heman demê de dîplomatek Neteweyên Yekbûyî bi armanca ku plana agirbestê pûç nebe li Şamê giftigoyan pêk tîne.

Li ser şerê Rûsî yê hevayî jibo destek kirina Serokê Sûrîyê Beşar Esat tansîyon bilind bû, Enqere vê helwestê bi gotinên “kirêt, zalimane û barbarî” tawanbar dike; Serokê YE Donald Tusk jî dibêje ew rewşe ji bo çareserîyê “hêvîyek kêm dihêle.”

Tirkîye, êxistina Esad jibo dawîkirina kêşeya pênç salî ya ku bûye sedema kuştina pirtir ji 260,000 kesan, bingehîn dibîne û Îran û Rûsyayê jî jibo destekkirina rejima Şamê bi tundî tawanbar dike.

Karbidestekî Tirk yê payebilind li Stenbolê ji rojnamewanan re got “Em digel alîgirên xwe yên navnetewî operasyonek bejayî dixwazin.”

Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê got nêzîkî 50 sîvîl û zarok di encama bombekirina bi kêmî ve pênç nexweşxanan û du dibistanan li bakurê Sûrîyê hatine kuştin.

Herêma derdora bajarê duyê ya Sûrîyê Heleb bi desteka balafirên şerî yên Rûsî bûye hedefa êrîşên hikûmeta Sûrîyê ku di encamê de bi hezaran kes revîyane ser sînorên Tirkîyê.

Rûsyayê bombebarankirina nexweşxanan li Sûrîyê înkar kir û got ew nûçe tawanên bê bingehîn in.

Li Sûrîyê Şer Gur Dibe, Hewlên Dîplomatîk jî Didomin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG