Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa SANA: Di Êrîşa Roketî de 10 Leşkerên Sûrî Hatine Kuştin


Dîmeneke ji êrîşa dijî otobuseke leşkerî ya hêzên Sûrî (Arşîv)
Dîmeneke ji êrîşa dijî otobuseke leşkerî ya hêzên Sûrî (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya dewletê SANA ragihand ku îro Înê li bakurê rojavayê Sûrîyê dijî otobuseke leşkerî êrîşeke roketî hatiye kirin û di encamê de 10 leşker hatine û 9 jî birîndar bûne.

SANA da zanîn otobus li herêma Anjara ya li rojavayê Helebê saet 09:30 'ê danê sibê de bi roketeke dij tankan hatiye armanc kirin, lê ajansê pirtir agahî dîyar nekir.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) jî dîyar kir ku çekdarên opozîsyonê êrîş pêk anîne û dibe ku hejmara kuştîyan zêde bibe.
Ti rêxistinê heya niha berpirsiyarîya êrîşê ranegihandîye.

Reutersê jî nikariye bi awayekî serbixwe raporan pişrast bike.

Bakur-rojavayê Sûrîyê, herema ku nêzî sînorê bi Tirkîyê re ye, warê herî dawî ya serhildêran e, yên ku dijî hikûmeta Beşar Esed 11 sal in şer dikin.

Hêzên Tirk jî ku piştgirîya hin komên çekdar dikin, li wê herêma ku di bin kontrola serhildêran de ye, cîh digirin.

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG