Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: 60 ji Sedê Sûrîyê di Bin Kontrola Hêzên Beşar Esad de Ye


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 60 ji sedê Sûrîyê di bin kontrola rêvebirîya Beşar Esad de ye.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê di sala 2018’an de bi piştgirîya Rûsya û Îranê ji destê serhildayan û Dewleta Îslamî (DAIŞ) gelek herêm sitandibûn.

Li gor daneyên SOHR’ê, di sala 2018’an de 19666 kes di pevçûnên li Sûrîyê de hatin kuştin û ji van 6349 kes sivîl in.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdurrahman ji AFP’ê re dîyar kir ku ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê ve, herî kêm di sala 2018’an de însan hatine kuştin.

Di sala 2017’an de li Sûrîyê hejmara kuştîyên pevçûnan 33,000 bû.

Di sala 2014’an de, ku wê demê DAIŞ’ê li Sûrîye û Îraqê xîlafet ragihandibû 76000 kes hatibûn kuştin.

SOHR dide zanîn ku niha 2.3 ji sedê Sûrîyê di destê DAIŞ’ê de maye.

XS
SM
MD
LG