Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Dijî Bakurê Sûrîyê û Girtina Nûnerên HDP'ê li Heman Demê Rast Hat


Dema operasyona Tirkîyê ya dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destpê kir, pêleke girtina nûnerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) çêbû.

Heft bajarvanên HDP’yî di Cotmehê de ji kar hatin dûr xistin û jiber tawanên ser terorê hatin girtin.

Ew girtinên dawî û operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê li heman demê rast hat.

Enqere, YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku HDP jî baskê sîyasî yê PKK’ê ye, lê HDP van îdiayan red dike.

HDP’ê operasyona Tirkîyê ya dijî YPG’ê nepejirandibû.

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu dîyar dike ku ew her roj bi pêleke nû ya girtina nûnerên wan şiyar dibin û medya van girtinan raber nake.

Rikeberîya sereke Partîya Komarî ya Gel (CHP) girtina şaredarên HDP’yî şermezar dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, alîgirên HDP’ê di hilbijartina herêmî ya Stenbolê de piştgirî dabûn berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu û ew bi ser ketibû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG