Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê Bang li HSD'ê Dike ku Tevlî Artêşa Wê Bibe


Wezareta Berevanî ya Sûrîyê, bang li Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir ku tevlî Artêşa Sûrîyê bibe.

Wezaretê bi daxuyanîyekê ji HSD’ê re got ku ew dikarin tev dijî ‘’êrîşkarîya Tirkan ya dijî axa Sûrîyê gefan çêdike’’ li ber xwe bidin.

Daxuyanîya wezaretê ji alîyê ajansa fermî ya Sûrîyê ve, SANA, hat belav kirin.

Li gor daxuyanîyê dê bo kesên dixwazin tevlî artêşê bibin karên pêwîst dê werin kirin û kesên heta îro ji leşkerîya neçar revîne jî dikarin serî li artêşê bidin.

SANA dide zanîn ku Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê ji yekîneya polîsan ya HSD’ê xwestiye ku ew jî tevlî polîsên Sûrîyê bibin.

XS
SM
MD
LG