Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Mirina Pêşî ya jiber Vîrusa Korona Ragihand


Wezareta Saxlemî ya Sûrîyê ragihand ku jineke li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest daye û li ser wê vîrusa korona hatiye tespît kirin.

Bi vî awayî, li Sûrîyê cara pêşî mirineke jiber vîrusa korona hat tomar kirin.

Li gor agahîyên fermî yên hikûmeta Sûrîyê, li wî welatî 9 pêketîyên vîrusa korona hene.

Bo rê li ber belavbûna vîrusa korona were girtin, li Sûrîyê bi şev qedexeya derketina derve heye.

Berpirsên saxlemîyê yên Sûrîyê didin zanîn ku jiber şerê navxweyî ya wî welatî sîstema nexweşxaneyan di rewşeke xirab de ye.

Artêşa Sûrîyê jiber tedbîrên dijî vîrusa korona sitandina leşkerên nû rawestandiye.

XS
SM
MD
LG