Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser bo Alîkarîyên Mirovî ji NY Alîkarî Dixwaze


Berdevikê Rêvebirîya Xweser Luqman Ehmê
Berdevikê Rêvebirîya Xweser Luqman Ehmê

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) îro Înê bo dirêjkirina dema alîkarîya mirovî ya herema li li bakurê Rojavayê Sûrîyê kom dibe.

Dema biryara NY ya bo operasyona alîkarîyê ya heşt salan di 10’ê Tîrmehê de bi dawî dibe.

NY dixwaze ku biryarê bo saleke din dirêj bike da ku ji ser Tirkîyê bo 4 milyon mirovên li de li bakurê rojavayê Sûrîyê şandina alîkarîyê bidomîne, herema ku di bin kontrola opozîsyonê de ye.

Lê, Rûsya dixwaze ku biryara alîkariyê tenê bo şeş mehan were nû kirin ku ev jî di civata bi 15 endamî de bûye sedema nîqaş û gotûbêjan.

Tekane derîyê ku alîkarî jê derbaz dibe derîyê Bab Elhewa yê ku dikeve bakurê rojvayê Sûrîyê ku di bin kontrola Tirkîyê de.

Berdevikê Rêvebirîya Xweser Luqman Ehmê daxwaz ji Dengê Amerîka re nêrînên revebirîyê parve kir.

Luqman Ehmê ji welatên NY kir ku rewşa mirovî ya li bakur û rojhilata Sûrîyê bidin ber çavan û bo şandina alîkarîya ji herêmên Bakur û rojhilata Sûrîyê êyên din bibînin.

Ehmê vetoya Rûsya ya ser dirêjkirina biryara girtina derîyê mirovî yê Elyarubiyê rexne kir.

''Armanca Rûsya avakirina givaştinên ser yekê ewe ku fişarê li ser alîyên navneteweyî ye, bi taybet jî ser Amerîka û hevkarên wê yên li bakur û rojhilata Sûrîyê,'' Ehmê got.

Berîya 2020’an alîkarîyên mirovî yên NY bi rêka 4 xalên sînorî dihatin derbazkirinê Sûrîyê.

Lê, jiber vetoya Rûsya ya di 2020’an sê derîyên sînorî hatin girtin ku di nav de derîyê Tilkoçerê yê di navbera sînorê bakur û rojhilata Sûrîyê û Îraqê de jî hebû.

Li gor biryara NY ya 2585’an niha bo derbazkirina alîkarîyên mirovî derîyê Bab Elhewa vekirî ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 14.6 mîlyon Sûrî hewcedarê alîkarîyên mirovî ne.

Kampa Êrîşa
Kampa Êrîşa

Li bakur û rojhilatê Sûrîyê jî zêdetirî 5 millyon kes dijîn, 16 kampên derbdiran lê hene û herwiha bi sed hezaran derbider di nava bajaran de dijîn.

Rêvebirîya Xweser jî dîyar dike ku herêmên wan di rewşeke dijwar ya mirovî derbaz dibe û alîkarîyên ji hêla Rêjîma Esed ve têne şandin pir kêmin û bi mercên sîyasî ve girêdayîne.

Ew dibêje ku jiber vê rewşê bo gehiştina alîkarîyên mirovî yên NY bo bakur û rojhilatê Sûrîyê rêyeke din pêwist dike, bilî rêya Rêjîma Esed.

Rêvebirîya Xweser bale dikşîne ser gefa Tirkîyê ya destpîkirina opearsyoneke leşkerî ya nû û destnîşan dike ku wê opeasyana Tirkîyê bibe sedema derbiderbûna bi mîlyonan mirovên li bakurê rojhilata Sûrîyê.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Rêvebirîya Xweser bo Alîkarîyên Mirovî ji NY Reyêke Bilî ji Tirkîyê û Rejîma Sûrî Dixwaze
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
XS
SM
MD
LG