Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Sûrîye û Tirkîyê Dike ku Girjîya li Herêmê Kêm Bikin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber pevçûnên Sûrîye û Tirkîyê yên li Îdlibê ketiye fikaran.

Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres Stephane Dujarric da zanîn ku ‘’pevçûnên li Sûrîyê careke din nîşan dane ku ew bo aştîya herêmî û ya navneteweyî gefan çêdikin’’

Dujarric bi berdewamî dîyar kir ku jiber operasyonên hêzên Esad yên li herêma ewle sîvîl têne kuştin û got ku ew jiber rewşa sîvîlan ketine fikaran.

Wî da zanîn ku NY bi awayekî eşkere bang li hemî alîyan dike ku girjîyê daxin.

XS
SM
MD
LG