Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Amerîka Û Rûsya Û Bandor li Ser Rewşa Kurdan Û Sûriyê


Hêzên taybet yên Amerîka li Minbicê
Hêzên taybet yên Amerîka li Minbicê

Piştî êrîşa ku ajanê Rûsî yê berê û keça wî li Îngilstanê armanc girt. Di 26ê adarê de, Amerîka û 22 welatên Ewrupayê piştgirîya xwe bo Brîtanya nîşan dan, û bera dîplomatên Rûsî ji welatê xwe dan.

Amerîkî biryara derkirina 60 dîplomatên Rûsî da, û her wisa Konsulxaneya Rûsî ya li Seattle girt.

Kirîza di navbera Amerîka û Rûsyayê de, ne tenê girêdayî vê mijarê ye, lêbelê nakokîya di navbera wan de li Sûryê derî li pêşîya zêdetir aloziyan vekir, nexasim piştî ku balafirên Amerîkî li Dêrezorê êrîşî hêzên Rûsî û yên rêjîma Sûrî kirin û hejmarek ji leşkerên wan kuştin.

Li Bajarê Minbicê yê Bakurê Sûrîyê jî, ku bajar di bin parastina hêzên Amerîkî de ye, bûye cihê gefên Tirkîyê ya ku piştgirîyê ji Rûsya wedigire, û ev yek fikaran li cem Amerîkyan çêdike.

Li Rojavayê Kurdistanê "ٌRpjhilat û Bakurê Sûriy" nêrîna rayedarên Kurd der barê kirîza di navbera Amerîka û Rûsya de cuda ne, serokê partîya çep Salih Gedo dibêje tevî ku miletê kurd ji helwesat Rûsî dilgiran in lê ew dixwaze ku aramî di têkilîyên di navbera Amerîka û Rûsya de berdewam be.

Li gorî Telal Mihemed serokê partîya Aştîyê, wê ev nakokî kûrtir bibe û wê bandora wê li ser çareserîya pirsgirêka Sûrî jî hebe:

Ebîr Hessaf seroka partîya Liberal dibêje ku, îro Rûsya ji siyaseta cîhanî tê veqetandin, û dibe ji nû ve Peymana WARSAW bê aktîv kirin:

Lê Luqman Ehmê serokê partiya Kesk dibêje, Rûsya dixwaze rewatîya hêzên koalisyonê li Sûrîyê nehêle û Kurda ji wan veqetînin da ku rejîm xurtir bibe:

Her wisa serokê partiya Hevgirtina Kurdî, Mihemed Ebas, tîne ziman ku Rûsya û Tirkîyê nakokîyeke navneteweyî bi rê ve dibin, û Rûsya xizmeta miletê Sûrîyê nekir.

Hêjayî bibîr xistinê ye, ku di 29ê adarê de Rûsya jî helwesta xwe li hember biryara Amerîkî zelal kir û destnîşan kir ku divê 60 dîplomatên Amerîkî berî 5 nîsanê ji Rûsyayê derkevin, û her wisa Konsunlxaneya Amerîkî ya St.Petersburg ê digire, ev yek li gorî gellek çavdêran dê bandora wê li ser rewşa Sûrîyê bi giştî hebe.

Zana Omer 31.03.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00

XS
SM
MD
LG