Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

San Suu Kyi Berevanî li Zindankirina Rojnamevanên Reutersê Dike


Rêbera hikûmeta Myanmarê Aung San Suu Kyi îro Pêncşemê got ku peywendîya zindankirina du rojnamevanên Reutersê, Wa Lone û Kyaw Soe Oo bi azadîya ramanê tuneye.

“Ew, ne jiber rojnamevanbûnê hatin zindan kirin. Ew hatin zindan kirin jiber ku dadgehê biryar da ku wan Qanûna Sirên Fermî (Official Secrets Act) binpê kiriye,” Aung San Suu Kyi di preskonferansekê de got.

Wê got ku rê li ber rojnamevanên girtî vekirî ye hember biryara dadgehê, daxwaza pêdaçûnê ji dadgeha bilindtir bikin.

Wa Lone û Kyaw Soe Oo di 12'ê Berfanbarê de hatibûn girtin, piştî ku du polîsan li xwaringehekê jimareke belge dabûn wan.

Her du rojnamevan jibo şopandina operasyonên tund yên artêşa Myanmarî li Rakhine, ku 700,000 Misilmanên Rohingyayî ji warên xwe sirgun kiribûn, li wê herêmê bûn.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên azadîyê û jimareke hikûmetên cîhanê cezakirina wan rexne kiribûn û Cîgirê Sereokê Amerîka Mike Pence daxwaza berdana wan kiribû.

XS
SM
MD
LG