Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rola Xurt ya Jinan di Xwepêşandanên Girseyî yên li Suweyda


Xwepêşandanên girseyî yên li Suweyda ya başûrê Sûrîyê, ku daxwaza guhertina sîyasî dike, pirtir ji 10 roj in didomin.

Tiştê balkêş ji dîmen û wêneyên ku ji van bizavan tên belav kirin, tevlêbûna bi hêz ya jinan e.

Di hevdîtina taybet ya Dengê Amerîka de damezrênera Talêat Sûrîyat ya însîyatîfa jinan got ku jin di nava bizava heyî de pêgirî dikin ku welatekî azad çênabe, ger jin tê de wek hevpar, avaker û xwedî biryar di hemû waran de cîh negire.

Însîyatîfa Talêat Sûrîyat bizaveke sîyasî ya jinan e ku armanca wê guhertina sîyasî û demokratîk li Sûrîyê ye.

Çalakvana ji Suweyda ku ji ber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe eşkere bike, got ku tevgera wan ne tenê jibo jinên Suweyda ye, lê jibo hemû jinên Sûrî ye.

“Em bawer dikin ku îro barên giran li ser milên jinên Sûrî ne, çi jiber rewşa aborî ya têkçûyî yan jî jiber rejîma sîyasî ku jinê paşguh dike.”

Di xwepêşandanên Suweyda de gelek pankartekên bi zimanê Kurdî û dilsozîya bi Kurdan re tên dîtin.

Di pankartekê de hatiye nivîsîn ku Jibo gelê Efrîna dagirkirî, her zeytûnek wê Efrînîyekî bîne û ne pêkan e zeytûn bi dawî bibe û Berxwedan Jîyan e.

Herwiha, di pankarteke din de jî hatiye nivîsîn ku Xwîna Hevrîn Xelef li Suweyda Şîn Dibe.

Li ser van pankart û dirûşman çalakvana Suweydayî dibêje ku pêdivî bi beşdarîya hemû netew, çand û pêkhateyên civaka Sûrî heye, lê mixabin Kurd dihatin paşguh kirin. Loma, di xwepêşandanan de pankartên bi zimanê Kurdî û dilsozîya bi jina Kurd re tên hildan.

Heman bizavkar herwiha pesna serborîya sîyasî ya jina Kurd da.

“Em bi vê ezmûnê re ne, jiber ku em bawer in ku pêdivîya çareserîya sîyasî ya mayînde li Sûrîyê û demokratîkbûna vî welatî bi beşdarîya jinê di sîyasetê de heye.”

Damezrênera Talêat Sûrîyat di axaftina xwe de şalakvana Kurd ya terorkirî rîn Xelef jî bi bîr anî.

“Jiber rola jinên Kurd ya pêşeng, îro em wek jinên Sûrî yên sîyasetvan û çalakvan dibînin ku projeya Hevrîn Xelef çiqas girîng e û nêrînên wê bo hemî Sûrîyê bû.”

NR_08_30_2023_Jin_Suweyda_Xwepesandan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00

XS
SM
MD
LG