Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Swêdê Hizra Qedexekirina Civînên Mezin Dike


Rêvebirîya Saxlemîya Giştî ya Swêdê, jibo pêşîgirtina belavbûna vîrus korona, îro Çarşemê daxwaz ji hikûmetê kir ku lihevhatinên pirtir ji 500 kesan qedexe bike.

Li gor qanûnên Swêdî, divê Rêvebirîya Saxlemîya Giştî ya Swêdê pêşnîyarekê raberî hikûmetê bike ki ew jî biryara qedexekirinê bigire.

Hikûmeta Swedî demeke zûtir ya îro ragihandibû ku ewê Rêvebirîya Saxlemîya Giştî bi cîh bîne.

Li Ewrupa û seranser cîhanê hikûmetan pîvanên paqijî û ewlehîyê zêde kirine ku berfirehbûna vîrusa korona bigirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa korona heta niha li seranser cîhanê pirtir ji 4300 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG