Berpiresekî leşkerê Swîsra ragihand ku dibe roja Înê dadgeheke welatê wan biryara sizadana cengawerekî Siwîsrî bide yê ku li gel milîtanên Kiristyan li Sûriyê şerê DAIŞê kirîye û navê Swîsra ya weke welatekî bêalî xerba kirîye.
Mediya Swîsrî dibêje, welatî Johan Cosar jiber ku çûye Sûriyê û li kêleka grubeke çekdar ya Kirstiyan ya biyanî şerê DAIŞê kirîye û rahênanên leşker dane wan milîtanên biyanî, ewê bihê dadgeh kirin.
Mediya dibêje, Johan Cosar tawanbare jiber ku di navbera salên 2013an û 2015an de tevlî meclisa leşkerî ya Soryanî bûye li Sûriyê.
Çarşemê dadgeha leşkerî ya Swîsre Cosar bi tawana tevlîbûna leşkerek biyanî û haydana welatiyên Swîsrî bo şerkirinê li dij DAIŞ sûcdar hat dîtin.
Peyvdarê dadgeha leşkerî Mario Camelin got, xemgîniya desthilatdariya Swîsre ewe ku cenawerekî kevin yê artêşa Swîsrî jibo hêzeke milîtanên biyanî şer kirîye ev dibe leke liser welatê wan ku welatekî bêalî tê naskirin. Dibe ku dadgeh heta 3 salên zîndanê bide Cosar.