Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Mafê Hemwelatiyê ji Kesekî Tundrê Distîne


Welatê Swîsre mafê hemwelatiyê ji kesekî oldar stand, piştî ku bi şandina çekdarên tundrê bo nav rêzên Komela Dewleta Îslamê DAIŞê hatîye tawanbar kirin.

Qanûna Swîsre rê dide ku nasnama hemwelatiyê ji wan kesan bihê standin dema ku li dij berjewendî û navûbangiya welat tev gerîya bin.

Ajansa Reuters dide zanîn ku roja Çarşemê ofîsa Fedral ya Penaberan li Swîsre paşda kişandina nasnama Swîsrî ya wî kesî erê kirîye, bê ku bide zanîn kanê ew kes xelkê çi welat yan xwediyê çi nasnama yekemîn bû.

Ev biryare yekmîn care tê pêkanîn, piştî 66 salan ji derketina qanuna vekişandina mafê hemwelatiyê li welatê Swîsre.

Kesê ku nasnama wî jê hat standin têkilî bi şîdetkarî û tundêyên li rojhilata navîn ve hebû.

Sala derbazbûyî Austuralya mafê hemwelatiya kesekî jê standbû ku ew jî bi şandina kesan bo nav rêzên dewleta Îslamê DAIŞê hatbû tawanabar kirin, zêdebarî ku dibe ew kes bê nasname jî bimîne lê dîsan Austuralya ew biryar pêkanî.

Herwiha Brîtanya li meha Şiwata derbazbûyî xortek 19 salî ji mafê hemwelatiyê bê behir kir bû.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, ji dema çalakbûna komela Dewleta Îslamî DAIŞê li Îraq û Sûriyê çalakiyên çekdarî encam didin û gelek herêm ji herdu welatan kontrol kirbûn, ji welatên Ewrupa û Amerîka kes tevlî rêzên çekdarên wê rêxistina tundrê bûbûn. Heta niha gelek kes bi şandin û rê xweşkirina çekdaran bo nav rêzên wê rêxistinê hatine dadgehkirin û tawanbar hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG