Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomata Payebilind ya Swîsrî li Tehranê Mirî Hate Dîtin


Balyozxaneya Swîsrî ya li Tehranê ragihand ku sekreterê wê yê yekê roja Sêşemê mir, piştî ku ew ji avahîyeke blind ketiye xwarê.

Wezareta Derve ya Swîsrî jî ragihand ku karmendeke wê ya li balyozxaneya Tehranê di qazeyekê de mir, bê ku hûrgilî bide.

Wezaretê di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku ew bi mirina trajîk ya karmenda xwe gelek xemgîn in û ew sersaxî ji malbata wê re dixwazin.

Hikûmeta Îranê jî ragihand ku termê dîplomata Swîsrî ji alîyê baxçevanê avahîyê ve hate dîtin.

Ajansa ISNA ya Îranî ragihand ku dîplomata Swîsrî 51 salî bû, lê hîn raportên din dibêjin ew 52 salî bû,

Hîjayî bîrxistinê ye ku Swîsre ji sala 1979’an vir ve, ku hîngê peywendîyên Amerîka û Îranê qût bûbûn, nûnertîya berjewendîyên dîplomatîk yên Washingtonê yên li Tehranê dike.

XS
SM
MD
LG