Swêdê îro Pêncşemê raihand ku ew dixwaze Serokwezîrê Holanda Mark Rutte bibe Sekreterê Giştî yê NATO.
Dema Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg meha Cotmehê diqede.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson dîyar kir ku Rutte zana ye û bi serpêhatîyan dikare rêberîyê bike.
Kristersson got ku polîtîkayên ser ewlekarîyê xirab bûne û pêdivîya wan bi NATO’yeke xurt heye ku kêrî ewlekarî, aştî û azadîya hemî hevbendan were.
Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya meha Sibatê ragihandin ku ewê li şûna sekretê niha Jens Stoltenberg piştgirî bidin Serokwezîrê Holanda Mark Rutte ku ew bi wê piştgirîyê xurt bû.
Rêberên NATO bi yekdengî têne erkdar kirin ku hejmara endamên wê hevpeymanîyê bi endamtîya Swêdê rabûbû 32’yan.
Jêder: Reuters