Swêdê îro Duşemê rojnamevaneke Çînî ser gefxwarina dijî ewlekarîya neteweyî tawanbar kir û biryar da ku wê dersînor bike.
Parêzera rojnamevana Çînî Leutrim Kadriu ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku hemwelatîya Çînê 57 salî ye, bi qasî 20 sal in li Swêdê dijî û hemî sûcdarkirinan red dike.
Kadriu navê rojnamevana Çînî eşkere nekir û dîyar nekir ku ew ji Swêdê derketiye yan ne.
Wî dîyar kir ku jiber ku sûcdarkirin ser ewlekarîya neteweyî ye û bi awayê fermî hatiye veşartin û ewê hûrgilîyên tawanbarkirinan nede.
Li gor ragihandina Kadriu, Ajansa Koçberîyê û Dadgeha Koçberîyê û hikûmetê dîyar kirine rojnamevana Çînî ser ewlekarîyê gefên cidî çêdike.
Wezareta Dadê ya Swêdê û Ajansa Koçberîyê ti şirove nekirin.
SVT bê ku jêderan ragihîne dîyar kir ku rojnamevana Çînî ser malpera xwe nivîsan diweşîne û bi wan nivîsan ji Balyozxaneya Çînê ya li Stockholmê pereyan Distîne.
Wê kanalê dîyar kir ku wê rojnamevanê mazuvanîya karbidestên Çînî kiriye û hewil daye bi rêvebirên Swêdî re civînan çêke.
Balyozxaneya Çînê ya li Stockholmê jî ser vê mijarê ti şirove nekir.
Servîsên ewlekarîyê yên Swêdê meha Sibatê ragihandibûn ku Çîn, Rûsya û Îran dijî welêt rîskên ewlekarîyê çêdikin.
Jêder: Reuters