Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd bo Kontrolkirina Qada Esmanî Firokên Şer Dişîne Polonya


Swedê îro Pêncşemê ragihand ku ewê 8 firokên şer yên Gripen bişîne Polonya ku qada esmanî kontrol bikin.

Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard got ku firok parçeyên operasyoneke bereanîya lojîstîka jibo Ukraya ne.

Stenergard ew bi beşdarîya li operasyonê alîkarî didin ku piştgirî ji Ukrayna re herin.

Daxuyanîya Swêdê çend saetan berî hilcivîna awarte ya Yekîtîya Ewrupa (YE) hat.

Wezîrê Berevanî yê Polonya Wladsylaw Kosiniak-Kamysz spasîya Swêdê kir.

Kosiniak-Kamysz got ku Swêdê li hember gefên ser ewlekarîyê hevbendîya xwe nîşan daye.

Swêd piştî Rûsya Sibata 2022yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir bi Fînlandîya re serî li NATO ku bibe endama hevpeymanîyê.

Bi alîyekî din ve, jederekî wezareta berevanî ya Tirkîyê îro ragihand ku ger hewce be, Enqere amade ye ku di çarçoveya erkdarîyeke aştîparêz de hêzên xwe li Ukrayna bi cîh bike.

Tirkîye, ku endama NATO ye, ji destpêka dagirkirerîya Rûsya ya ser Ukrayna vir ve hewil dide ku bi her du cîranên xwe yên Derya Reş re têkilîyên xwe baş bigire.

Enqerê, bi armanca dawîkirina şer heta niha du caran mazûvanîya hevdîtinên rasterast yên navbera Rûsya û Ukrayna kiriye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG