Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Radyoya Dewleta Swêdê Wê Dawî li Weşana Beşa Kurdî Bîne


Dîmenek ji xwepêşandaneke Kurdên li Swêdê (Arşîv)
Dîmenek ji xwepêşandaneke Kurdên li Swêdê (Arşîv)

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê ragihand ku weşana wê di 1’ê Nîsanê bi dawî dibe.

Radyoya Swêdê dîyar dike ew jibo kêmkirina mesrefan beşa Kurdî digire.

Rêvebira Beşa Kurdî ya Radoya Swêdê Lorîn Îbrahîm Berzincî got ku biryara girtina beşa wan jibo wan xemeke mezin e.

Berzîncî dîyar kir ku girtina beşê jibo rojnamevanîya Kurdî û jibo radyoya Swêdê zarareke mezin çêdike.

Wê dîyar kir ku ewê herî dawî 31’ê Adarê de weşanê bikin.

Radyoya Swêdê dîyar dike ku ewê weşanên nûçeyan ya bi zimanê Rûsî û Tîgrînî jî bisekinîne.

Karbidestên radyoyê dibêjin êdî hewcedarî bi weşana Kurdî, Rûsî û Tîgrînî tuneye.

Di Radyoya Swêdê de 2300 kes dixebitin. 70 kes wê li ser xwestina xwe ji kar derkevin û bi qasî 100 jî jibo derxistina ji kar hatine aghadar kirin.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê serê sala 2001’ê dest bi weşanê kiribû.

Jêder: Sverigesradio

XS
SM
MD
LG