" Qîrînek Rengîn" pêşangeha hevbeş ya 24 hunermendên Sûrî ne, ku ji 14 Nîsanê vebûye ta 13 meha Gulanê, li bajarokê Sandviken li Swêdê.
Ev pêşangeha ji alîyê Fehed Mistefa bi rê ve diçe ku ew bi xwe ji gundê Gir Bawî ye li hêla Qamişlo ye û nêzî 30 sal in ku li Swêdê dijî.
Li gorî wî, ev pêşangeh berdewamîya projeya wî ya berî 10 salan e ku wî bi mebesta pênasîna hunera Sûrî ya zengîn pêşangeheke din ji hunermendên Sûrî re vekiribû.
"Ev li hember êşa Sûriyê gaveke biçûk e, lê min xwest ku ez bêjim civata Sûrî rengûreng e, û ne wek ya di medya û siyastê de tê gotin."
Hunermendên beşdarî bûne ji hemî pêkhateyên Sûrî ne û ji gelek bajaran in. Hin ji wan lê amade bûn, hinekên din ji jiber rewşa çûn û hatinê nikarîbûn amade bibin.
Şêwazên vê pêşangehê ji realîstan heta sembolîstan, bi teknîka nûjen di şêwaza hunera şêwekariyê de curbicur bûn.
Hunermend Mihemed Kotê ku bi xwe di pêşangeha yekê de beşdar bibû, ji Avusturya (Nemsa) hatibû vê pêşaagehê.
Kotê dibêje ku pêşangehên hunerî yên bi vî rengî, bala kesên biyanî dikşînin û rastiya civaka Sûrî tînin ziman.