Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsa Kurdî li Tirkiyê di Rojeva Parleman û Hikûmeta Swêdê De


Roja Çarşemê 24î sibatê danezana salane ya siyaseta derve ya Swêd di parlamena wî welatî de hate pêşkeş kirin, paşî di parlemanê de yek bi yek liser xalên danezanê hate rawestîn û pirs arastey wezîra derve xanim Margot Wallstrom hatin kirin.

Di gotûbêja parlemanê de xala herî giring û pir liser hatî rawestîn pirsa Kurd, Tirkiye û serokomarê Tirkiyê R.T.Erdogan bûn.

Di gotûbêjan de hemû alî hevbîrbûn daku, li Tirkiyê cardî maseya aştiyê pêkbê û herdu alî vegerin dialogê jibo çareseriya pirsgirêkan.

Derheqa vê mijarê û gotûbêjên hatine kirin de, Dengê Amerîka pişka Kurdî, hevpeyvînek li gel rojnamevan Beşîr Kavak, ji Sveriges Radio – Radio Swêdê, ji Stockholma payetext bi riya telefonê encam da, birêz Kavak da zanîn ku hemû alî ji Tirkiyê dixwazin aştî serdest bibe û dawî li kuştin û tundûtûjiyan bihê.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.

Hevpeyvin li gel Rojnaemvan Beşîr Kavak - Stockholm
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00

XS
SM
MD
LG