Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Borîyên Nord Stream de Jiber Qulbûnan Dilopkirinên Gaza Xwezayî Hene


Nexşeyeke ku rêgeha xeta gaz xwezayî ya Nord Stream 2 nîşan dide.
Nexşeyeke ku rêgeha xeta gaz xwezayî ya Nord Stream 2 nîşan dide.

Rêvebirîya Deryayî ya Swêdê (SMA) îro Sêşemê ragihand ku di borîya Nord Stream 1 de, du qul hatine dîtin ku gaza xwezayî ya Rûsya ji ser Derya Baltîkê vediguhezîne Ewrupa.

Berdevkê SMA dîyar kir ku ser borîya Nord Stream 1 du qul hene ku dibin sedema dilopkirina gazê: yek li avên herêma aborî ya Swêdê û yek jî li avên herêma aborî ya Danîmarka û ew du qul pir nêzî hev in.

Berdevk da zanîn ku dilopkirin li bakurê rojhilata girava Bornholm ya Danîmarka rû daye û heta niha nayê zanîn ka çi bûye sedema qulbina borîyê.

Karbidestekî din yê SMA jî ragihand ku wan asta ewlehî û çavdêrîyê bilind kiriye.

"Me çavdêrî zêde kiriye da ku pê ewle bin ku ti keştî pir nêzîkî wê cîhê nebe," karbidest got.

Karbidestên Danîmarka jî do Duşemê ragihandin ku ser borîya Nord Stream 2 ya nav Derya Baltîk qûleke hatiye dîtin û wan ji keştîyan xwestiye ku xweji başûrê rojhilata Bornholmê dûr bisekinin.

Kompanîya Nord Stream AG ku xebatên borîyan rêve dibe ragihand ku di rojekê de gelek raporên xirabûnê hatine tomarkirin ku 3 ji wan berê mînakên wan nehatine dîtin.

Borîya Baltîkê, xeta nû ya di binê derya de ye ku gaza Norwêcê rojane 10 mîlyar metrekup dişîne Polonya, wê îro Sêşemê were vekirin.

XS
SM
MD
LG