Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyên Swêdî û Fînlandî Serdana Tirkîyê Dikin


Alên NATO Swêd û Fînlandiya
Alên NATO Swêd û Fînlandiya

Şandeyên Swêd û Fînlandîya, bi armanca çareserkirina nerazîbûnên Tirkîyê yên dijî endambûna NATO'yê ya her du welatan, îro Çarşemê wê li Enqerê bi karbidestên payebilind yên Tirkîyê re hevdîtinan pêk tînin.

Swêd û Fînlandîya hefteya borî bi rengekî fermî serîlêdanên xwe yên bo tevlîbûna hevalbendîya leşkerî pêk anîbûn.

Ev gava her du welatn yek ji mezintirîn encamên jeopolîtîk yên êrîşa Rûsya ya li Ukrayna nîşan dide û dikare nexşeya ewlehîyê ya Ewrupa jinûve xêz bike.

Tirkîyê dibêje ku ew dijî tevlîbûna Swêd û Fînlandîya ya hevpeymanîya leşkerî ye û ewê endamtîya her du dewletan nepejirîne.

Tirkîye îdia dike ku Swêd û Fînlandîya piştgirîyê didin Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û rexistinên din yên ku Tirkîye wan wek gefeke ewlehîyê dibîne.

Tirkîye herwiha Swêd û Fînlandîya jiber ragihandina qedexeyên derfirotina çekan ya ser Tirkîyê rexne dike û wan bo redkirina radestkirina kesên ku ew wek "terorîst" bi nav dike, tawanbar dike.

Dijberîya Tirkîyê hêvîyên Stockholm û Helsinkî yên jibo endamtîya lezgîn ya NATO'yê kêm kir û di vê dema êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna de, pêbawerîya hevalbendîya leşkerî dixe xeterîyê.

Serîlêdanên bo endamtîyên nû divê ji hêla tevahîya her yek 30 endamên NATO'yê, were pejirandin ku ew wek endamên nû werin qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG