Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Siweyda Jiber Gulebarana Nobedarên Partîya Baas 3 Xwepêşander Birîndar Bûn


Dîmeneke ji xwepêşandanên li eyaleta Siweyda ya li başûrê Sûrîyê
Dîmeneke ji xwepêşandanên li eyaleta Siweyda ya li başûrê Sûrîyê

Bizavkar û rojnamevanên xwecîhî îro Çarşemê ragihand ku nobadarên ewlekarî yên Partîya Baas ya Serokê Sûrîyê gule barandine ser xwepêşanderên li bajarê Siweyda ya li başûrê welêt.

Li gor ragihandina wan bizavkar û rojnamevanan, bûyer dema ku xwepêşanderan hewil didan ku têkevin nava navenda Partîya Baas ya xwecîhî pêk hatiye û di encama êrîşa nobedaran de herî kêm sê kes birîndar bûne.

Di vîdyoya ku ji hêla komeleya medyayî ya Siweyda 24 ve hatî parve kirin de, bi dehan xwepêşander têne dîtin ku hewil didin ku êrîşî ofîsa partiya Baas li bajarê Siweyda bikin.

Tê dîtin ku hin kes jiber guleybarankirinê ji avahîyê direvin û qîrînên wek "protestoya aştiyane" dikin û xwepêşanderekî jî ala ola Durzîyan ya pirreng hildaye.

Bûyera îro, ji destpêka xwepêşandenên dijî hikûmetê li Sweda ya meha borî ve ragihandina yekê ya karanîna tundîyê ye û li gor çavderan nîşana gûrbûna alozîyan e ku heya niha bi piranî aram derbaz dibûn.

Xwepêşandanên dijî hikûmeta Esad li eyaleta Sweda ku piranîya wê Durzî ye meha borî destpêkirin û bi sedan kesên derketine kolanan jiber rewşa aborî ya welatê wêrankirî û bilindbûna enflasyonê karvekişîna Serok Beşar Esad dixwazin.

Xwepêşanderan heta niha avêtin ser navendên partîya Esad yên li seranserî eyaletê, wêneyên Esed çîrandin û ew girtin: Lê,piştre hin ji wan ofîsan jinûve hatin vekirin.

Di 4’ê Îlonê de, xwepêşanderan peykerê Beşar Esad û bavê wî Hafiz Esad şikandin, dema ku wan kuştina rêberekî Durzî yê navdar di 2015’an de yad dikirin.

Li gor Çavdêrîya Sûrîye ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) piştî êrîşê, xwepêşander û kesayetîyên olî li hewşa avahîyê jinûve kom bûne û xwepêşandan berdewam kirine.

Aborîya Sûrîyê niha jiber şerê bi salan, gendelî û rêvebirîya xirab di rewşeke pir xirab de ye.

Toleyên bi pêşengîya welatên Rojavayî jî rewşa aborîya xirab pirtir dijwar dike, ku ser tawanbarîyên tevlîbûna hikûmeta Esad di tawanên şer û bazirganîya dijqanûnî ya narkotîkê de hatine ragihandin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku dora ji sedî 90 şênîya li Sûrîyê di nav xizanîyê de dijîn.

Civaka Durzî ya Sûrîyê heya niha bi gelemperî tev li serîrakirina 13 salî ya li welêt dûr sekinîbû ku piştre veguherî-pevçûnên kûjer û malwêran.

Jêder: Reuetrs, AP, SOHR

XS
SM
MD
LG