Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêdî Îro Rêza Qurbanîyên Êrîşa Terorîstî Digirin


Li Swêdê îro deqeyek bedengîya rêzgirtinê bo qurbanîyên êrîşa terorîstî ya Înîya borî hate kirin, ku terorîstekî 4 kes kuştibûn, 15 kesên din jî birîndar kiribûn.

Êrîşvenê Ozbekî yê 39 salî, bawerî heye ku ligel rêxistinên tundrê peywendîdar e, qamyona ku wî dizîbû, ajot ser şenîya li nav firoşgeha Ahlens ya li Stockholmê.

Roja Yekşemê jî bi deh hezaran kes herikîn kolanên paytaxt Stockholmê ku qurbanîyan bi bîr bînin û êrîşê şermezar bikin.

Bajarvana Stockholmê Karin Wanngard ji 50,000 kes re got ku nabe tirs bjîyana wan bi rêve bibe û teror jî bi ser keve.

Jineke xwepêşandêr jî di pankartekê de got ku em bi hezkirinê bersîvdana êrîşê didin, ne bi tirsê.

Polîsên Swêdî bergumanê Ozbekî, çend demjimêr piştî êrîşê desteser kiribû. Ew kes ji alîyê polîsan ve dihat nasîn ku sempatîya wî ji komên tindrê re heye.

Dadgeheke Swêdî biryara dersînorkirina wî dabû, lê wî xwe veşartibû ku nekeve destê polîsan.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ranekiriye ser xwe, lê polîs dibêjin ku ew, girêdayî êrîşê, li kesekî duyê digerin.

XS
SM
MD
LG