Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd û Fînlandîya Dixwazin li Herêmê Hêzeke Xurtkirî ya NATO Hebe


Helsînkî û Stockholmê îro Duşemê pêşnîyar kir ku li Fînlandîya hêzeke xurtkirî ya NATO çêbe.

Her du dewlet dibêjin ku jibo hêzên pêşketî yên bejayî yên li Fînlandîya wê Swêd rêberîyê bike.

Wezîrê Berevanî yê Swêdê Pal Jonson û hevtayê wî yê Fînlandî Antti Hakkanen li Stockholmê ser vê mijarê preskonferansekê hevbeş li dar xist.

Jonson got ku hikûmeta Swêdê hazir e ku jibo hêzên pêşketî yên bejayî yên li Fînlandîya rêber be.

Wî da zanîn ku ew niha di astên pêşî yên vê qonaxê de ne û got ku pêşenga vê hewildanê wê ji alîyê endamên NATO ve were dîyar kirin.

Piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir Fînlandîya û Swêd serî li NATO dan ku bibin endama wê hevpeymanîyê.

Fînlandîya sala 2023’yan û Swêd jî sala 2024’an bûn endamên NATO û sîyasetên xwe yên dîrokî yên bê alî guherandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG