Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekem Serokwezîra Jin li Swêdê Piştî Çend Demjimêran ji Kar Vedikişe


Magdalena Andersson.

Tenê heft demjimêran piştî ku wekî yekem serokwezîra jin ya Swêdê hatibû hilbijartin, Magdalena Andersoon dest ji karê xwe yê nû berda dema ku bernivîseke budceyê li palamanê biser neket û hevalbendên wê ji partîya Kesk ji koalisyona hikûmetê vekişîn.

Andersson, rêbera partîya Sosyal Demokrat, biryar da ku ya herî baş ew e ji dest ji karî berde piştî ku ew ketibû dîrokê wekî yekem serokwezîra jin li Swêdê.

“Jibo me, ev derbarê rêzgirtinê ye, lê ez di heman demê de naxwazim ku serkêşîya hikûmetê bikin ku dibe rewatîya wê bibe cihê pirsê,” Andersson li preskonfransekê got.

Andersson, ku wezîra fînansê bû berî ku bi kurtî bibe serokwezîr, ji Serokê Parlamanê Andreas Norlen re got ku ew hîn jî hez dike hikûmete yek-partî bi serkêşîya Sosyal Demokratan birêve bibe.

Norlen, serokê parlamana 349 kursî, da zanîn ku ewê peywendîyê bi rêberên her heşt partîyên Swêdê re bike da ku vê rewşê gotûbêj bikin. Wî da xuya kirin ku ew roja Pêncşemê rîya li pêş ragihîne.

XS
SM
MD
LG