Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dibêje Êdî Dem Hatiye ku Tirkîye Endamtîya Wê ya NATO Bipejirîne


Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom dîyar kir ku êdî dem hatiye ku Tirkîye, dewleta wan wek endama nû ya NATO bipejirîne.

Billstorom got ku wan hemî bepirsîyên ku Enqerê xwestine bi cîh anîne.

‘’Em bawer dikin me ew tişt kirin ku ji me dihatin xwestin. Niha dem hatiye ku parlamana Tirkîyê dest bi qonaxa pejirandinê bike’’

Wî dîyar kir ew bawer dike ku ew berî hilcivîna NATO ya li Lîtvanya, ku dê di meha Tîrmehê de li dar keve, bibin endama nû ya NATO.

Tirkîye îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike û ji Stockholmê dixwaze ku hin kesan radestî Enqerê bike.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya di meha Nîsanê de bû endama 31’an ya NATO, lê Swêd hîn jî sekinîye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG