Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Amade Ye di Krîza Koreya Bakur de Navbeynkarî Bike


Seroka Swîsre Doris Leuthard
Seroka Swîsre Doris Leuthard

Seroka Swîsre Doris Leuthard îro Duşemê ragihand ku welatê wê amade ye di krîza Koreya Bakur de navbeynkarî bike.

Leuthardê da zanîn ku ew di mijarê alozîya Koreya Bakur de dikarin mêvandarîya danûstandinên di asta wezîran jî bikin.

Seroka Swîsrî bal kişand ku hêzên welatê wê li herêma bêmirov ya navbera Koreya Bakur û Başûr cîhkirî ne û Swîsre ligel Swêdê xwedîyê dîrokeke dîplomasîya nepênî û bêalî ye.

Wê bal kişand ku divê Çîn û Amerîka jî berpirsîyên xwe rakin ser milan û ligel wan hewilên dîplomasîyê bidin.

“Dîyar e, tevî ku gelê Koreya Bakurî gelek zîyan ji toleyên aborî dîtibin jî, di warê qanekirina Pyongyangê ya sekinandina programa çekên navokî de ew tole bi bandor nebûne, Leuthardê got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêberê Koreya Bakurî Kim Jong-un beşek ji xortanîya xwe li Bern ya paytaxta Swîsrê derbaz kir, dema wî bi navekî cihê xwendina xwe li wî bajarî dikir.

XS
SM
MD
LG