Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Hember Sixurîya ji Hêla Tirkîyê ve Lêpirsîn Vedike


Dozgerên Swîsrî îro Înê dibêjin, gumanên xurt li ba wan çêbûye ku sazîyeke polîtîk ya bîyanî, li hember civaka Tirkî li Swîsre karên sixûrî dike.

Ofîsa Wezareta Dadê piştrast kir ku di 16ê Adarê de, piştî ku hikûmeta Swîsrî erê kir, dozeke tawankarî hate vekirin, lê wê ti hurgilî li ser nave kes û sazîyan armanckirî nedan.

Berê jî di medya Swîsrî de hin raport derketibûn ku 2 zilam di semînereke derheqa jenosîda Ermenîyan de, fotoyên kesên beşdar girtine.

Medya xwecîhî ragihandibû ku di demên paştir de jî civîn û semînerên wî rengî dihat tomar kirin û di yek ji wan semînaran de edîtorê rojnameya "Cumhuriyet" Can Dundar jî wek peyîvdar amade bûbû.

Wezîrê Derve yê Swîsrî roja Pêncşemê ji hevtayê xwe re gotibû ku ewê bi xurtî vekolînê li ser îdayên sîxurîya ji alîyê Tirkîyê ya hember civaka Tirkî bike û bang li Tirkîyê kiribû ku rêzê li qanûnên Swîsrî bigire.

XS
SM
MD
LG