Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Hilcivîna dor Aştiya li Ukrayna, Êrîşên Elektronî Dijî Swîsre Zêde Dibin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Seroka Swîsreyê Viola Amherd (Arşîv)
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Seroka Swîsreyê Viola Amherd (Arşîv)

Hikûmeta Swîsre îro Duşemê ragihand ku êrîşên elektronî û dezenformasyonê yên ser saziyên welêt zêde bûne, berî ku hilcivîna jibo aştiya li Ukrayna li wir were darxistin.

Seroka Swîsreyê Viola Amherd di preskonferansekê de eşkere kir ku êrîşên elektronî di hefteyên dawî de zêde bûne, lê wê bêtir hirgûlî neda.

Wezîrê Derve Ignazio Cassis jî got ku jibo astengkirina pêkhatina hilcivîna Ukrayna, "hewleke eşkere" heye. Lê dema ku jê hat pirsîn ka gelo Rûsya beşdar e yan na, Cassis negot kî li pişt van êrîşan e.

Li gor ragihandina karbidestan, heta niha 90 dewlet û rêxistinan beşdarbûna xwe di hilcivînê de pejirandine. Nêzîk nîvê alîyên beşdar ji Amerîkaya Başûr, Asya, Afrîqa û Rojhilata Navîn in.

Hilcivîna jibo aştiya li Ukrayna wê li havîngeheke nêzîkî bajarê Lucerne di 15-16'ê Hezîranê de were lidar xistin.

Rûsya nehatiye vexwendin, lê hikûmeta Swîsre got ku li hilcivînê "bihevre dîyarkirina nexşerêyekê," tê armanc kirin ser çawanîya beşdarkirina hem Moskow û hem jî Kievê di pêvajoya aştiyê ya siberojê de.

"Em dixwazin jibo aştiya mayînde û dadmend li Ukrayna pêvajoyek pir berfireh ava bikin," Amherd got.

Swîsre ser daxwaza Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dê mêvandîya hilcivînê bike.

Wezîre Derve Cassis da zanîn ku wê li hilcivînê mijarên xembar yên navneteweyî werin gotûbêj kirin, wkî pêwîstiya ewlekariya navokî û xwarinê, azadîya rêwîtîya deryayî û pevguhertina girtîyên şer.

Rûsya hilcivîna bi banga Ukrayna li Swîsre wek windakirina demê binav dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG