Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Swîsre Êrîşkarek bi Kêrê Sê Kesan Birîndar Dike

Kesek îro Pêncşemê li bajarê Winterthur ê Swîsreyê hate girtin piştî ku sê kesên din bi kêrê li rawestgeheke trênê birîndar kirin.

Polîsê xwecihî ragihand ku êrîşkarê berguman, ku welatîyekî Swîsreyî yê 31 salî ye, ji alîyê wan ve hatîye girtin. Her sê qurbanîyên êrîşê li nexweşxaneyê tên dermankirin, li gor daxuyanîya polîs.

Rojnameya Swîsreyî Blick vîdyoyek belav kiriye, tê de mêrekî ku baz dide û bang dike "Allahû Ekber" tê nîşandan.

Rojnameyê li ser zarê dîdevanan got ku kêrek di destê wî kesî de bû û xelkê dora wî baz didan û dikirin qêrîn. Ev bûyer bû sedema operasyoneke polîs a berfireh.

Polîs dibêje niyazên vî kesî bo êrîşî tê vekolînkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG