Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Şermezerkirina NY Hêzên Sûrî Humsê Dîsa Topbaran Dikin


Dukelên reş li ser esmanên Humsê biliind dibin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê, li Humsê taxên bin kontrola serhildayan topbaran dikin, rojekê ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî rejîma Sûrî jibo zêdegavî û binpêkirinên mafên mirovan şermezar kir.

Bizavkar dibêjin, tankên hikûmetê wan taxên Humsê ku navenda xwepêşandanên 11 mehî yên dijî Serok Beşar Esed ne, didine ber gule û topan.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon roja Pêncşemê hikûmeta Sûrî bi tawanên dijî mirovahîyê tawanbar kiribû.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî şeva Pêncşemê bi 137 dengên 193 hemî dewletên endam, pêşnîyarek pejirandibû û bang li hikûmeta otokratîk ya birêz Esed kirîbû ku demûdest dawî li êrîşên dijî sîvîlan bîne.

Civatê her wiha, piştgîrîya xwe jibo plana Yekîtîya Ereb ya veguhastina desthilatê li Sûrîyê ragihandibû ku ji Esed dixwaze desthilatê jibo cîgirekî xwe bihêle û hikûmeteke yekîtîyê ava bike da ku hazirîya hilbijartinên din çavdêrîya navnetewî bike.

Birayarên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ne yên wek Civata Ewlehîyê ne û welatên endam girê nadin.

Di dengdana Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, xencî Sûrîye, Rûsya, Çîn, Îran, Koreya Bakur, Bolîvya û Venezuela jî dijî pêşnîyarê derketin û dengê “no” dan.

Kerem kin bi fotoalbuma jêrîn, li fotoyên herî nû yên ji Sûrîyê binêrin:

XS
SM
MD
LG