Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Mirina Yekê ji Cureya Omicron ya COVID-19 Ragihand


Bajarê Sydney
Bajarê Sydney

Hikûmeta Australî îro Duşemê mirina yekê ya ji cureya omicron ya COVID-19 ragihand.

Karbidestên Australî ragihand ku kesê mirî dorra 80 salîya xwe de bû û ji berê de nexweşîyên din yên giran di heman kesî de hebûn.

Karbidestan dîyar kir ku kesê mirî virus li nevendeke lênêrîna kal û pîran girtiye û li nexweşxaneyele bajarê Sydneyê jîyana xwe ji dest daye, lê hûrgilîyên din yên ser nasnameya wî nedan.

Hikûmeta Australî jiber belavbûna lêzûbez ya omicron prosesa jinûvekirinê ya piştî qedexeyên tind yên du salî, careke din cemidand.

Karbidestên saxlemîyê xema xwe bi hejmara bilind ya pêketinên nû dîyar dikin, lê jiber rljeya nizim ya ketine nexweşxaneyê heta niha biryara qedexeya giştî ya derketina kolanan nedaye.

Pisporên saxlemîyê didine zanîn ku tevî ku omicron zûtir û hêsantir belav dibe, asta xeterîya wê ji cureyên pêştir kêmtir e.

XS
SM
MD
LG