Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Çîn Bernivîsa Biryara li Dijî Rejîma Sûrî Veto Kirin


Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî.
Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî.

Rûsya û Çîn li Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî bernivîsa biryareka li dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed veto kirin.

Li gor bernivîsa wê biryarê, civata navneteweyî wê cezayên nû li dijî rejîma Sûrî ragihandiba, eger Esed berdewam be li serkutkirina xwepêşanderên opozisyonê.

Balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekgirtî Susan Rice got ku bernivîsa wê biryarê ji layê wan welatan ve hat red kirin “ku pê xweştir e çekan bifroşine rejîma Sûrî.”

XS
SM
MD
LG